• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Ruandayê birûskê li dêrekê xist: 16 kuştî û 140 birîndar

Gulan Media March 12, 2018 Nûçe
Li Ruandayê birûskê li dêrekê xist: 16 kuştî û 140 birîndar
Li Ruandayê birûskê li dêrê xist, di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 140 kes jî birîndar bûn.

Serokê şaredariya nyaruguruyê Françoîs Habitegeko di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, li başûrê welat di dema ayîna roja yekşemê de birûskê li dêrê xist, di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 140 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve berpirsekî ruandayî da zanîn ku, bûyer bi sedema ku li ser avahiya dêrê li hemberî talûkeya brûskê amûrê bruskşik tunebûn.

Basnews
Top