• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hêzên Iraqî 10 xortên Kurd li Kerkûkê nebedî kirine

Gulan Media March 12, 2018 Nûçe
Hêzên Iraqî 10 xortên Kurd li Kerkûkê nebedî kirine
Duh yekşemê 11/3/2018an, jêderekî emnî li parêzgeha Kerkûkê ragihand: ku "Hêzên Iraqî operasyoneke emnî li çend taxên bajarê Kerkûkê encam dane.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, şevê din hêzên dije tîrora Iraqê 10 xortên Kurd li taxên "Eskerî, Isra`I, Mefqudîn û Nesir" desteser kirin, bêyî ku sedema desteserkirina wan bidin xuyakirin".

Piştî ku ew xortên Kurd hatin desteserkirin, hêzên Iraqî ew ber bicihekî nediyar ve birin û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.

Di roja 16ê Cotmeha sala derbasbûyî de, bi sedema rêketinekê li gel hejmarekê ji serkirdeyên YNKê li gel çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî radestî Hikumeta Iraqê hatin kirin, heya niha jî operasyonên girtinê li dijî Kurdên wan deverên Kurdistanî berdewam in, ji bilî ku bi hezaran kes bi sedema reftarên wan çekdaran, mişextî navçeyên din yên Herêma Kurdistanê bûne û hejmareke din ji sivîlan jî şehîd bûne.

K24
Top