Serokê CHPê di derbarê Erdogan de got: Em ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin
19.Komcivîna Rêznamê ya CHPê ku partiya sereke ya mixalefeta Tirkiyê ye, pêk hat. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di vê komcivînê de axaftinek kir.
Kiliçdaroglu di derbarê hilbijartinên 2019an de ragihand ku ew ê gelek bixebitin û wiha pê de çû: ‘Ji bo diyarkirina namzedan em ê hilbijartina xwe pêk bînin. Em dev ji hilbijartina di nav partiyê bernadin. Parlmenterên ji sibê û pê ve dadikevin qadê. Koma me ya herî zîrek a parlamentoyê ye. Bi şev û roj li parlamentoyê dixebitin.’
Serokê CHPê di derbarê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de jî got, ‘Em ê ji bo hilbijartinên 2019an pir bixebitin û em ê Tirkiyê ji wî dîktatorî xilas bikin.’
Basnews
