• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî daxuyaniyek belav kir

Gulan Media March 11, 2018 Nûçe
Serok Barzanî daxuyaniyek belav kir
Îro Şemiyê bi helkefta derbasbûna 48 salan bi ser rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir, tê de ragehand ku, heta niha bipêkirina şeraketê berdewam e.

Serok Barzanî di wêbsayta xwe ya fermî de li ser Intirnêtê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, heta niha bipêkirina şeraketê berdewam e.

Ev jî têkista peyama serok Barzanî ye:

Îro 48 sal bi ser yekemîn rêkeftina di navbera gelê Kurdistanê û hikumeta Iraqê de derbas dibe ku, tê de danpêdan bi beşek ji mafên gelê Kurdistanê kirin.

Piştî 48 salan û piştî jenosaida gelê Kurdistanê û derbasbûna qonaxên cor bicor ew rêkeftin û hemû rêkeftinên din bi destûra 2005 ji aliyê Bexda ve hatine binpêkirin û piştî dîrokek ji karesatan heta niha şikandina şerraketê berdewam e û her bi aqliyeta inkarkirinê serderiyê bi gelê Kurdistanê re dikin.

Basnews
Top