Interpolê daxwazên Tirkiyê sekinandin
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Tirkiyê, Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim jî di nav de ji bo nêzî 50 kesan bultena sor derxist û daxwaz ji Rêxistina Polîsan a Navdewletî (Interpol) kir ku wan bigire, lê hat ragihandin ku IInterpolê ev daxwaz Tirkiyê weke ‘siyasî’ nirxandiye û daye sekinandin.
Eger ev daxwaz ji aliyê Interpolê ve bihata qebûlkirin, wê li 170 welatan biryara girtina wan kesan bihata belavkirin û biryara girtina wan wê bihata dayîn.
