Parêzgarê Kerkûkê fermana wêrankirina sê taxên kurdan da!
Endama encumena Kerkûkê Ciwan Hesen ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî ferman daye taxên Penca Elî, Barûtxane û Feyleq yên Kerkûkê, ku hemû taxên kurdan in, bên wêrankirin.
Ciwan Hesen her wiha gotiye, em li dû wê fermanê çûn, me dît ku ew ferman di bin navê nehîştina xaniyên ku bi qaçaxî hatine çêkirin, hatiye dayîn. Lê wisa nîne ji ber ku ew dixwazin kurdan ji Kerkûkê derxînin û wê yekê jî dikin behane.
Wê endama encumena Kerkûkê aniye ziman, eger bi rastî qesta wan nehîştina xaniyên qaçax be çima li taxên ereban jî wê yekê nakin û gotiye, kurdên ku li wan taxan bicîh bûne piştî 2003 vegeriyane bajarê xwe. Ew beriya 2003 ji aliyê rêjîma Sedam Husên ve hatibûn sirgûnkirin, piştî ku rêjîma Sedam hilweşiya, dîsa vegeriyan ser warê xwe. Em ji wê fermana parêzgarê Kerkûkê nîgeran in.
Basnews
