• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Diyarbekirê teqîn: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn

Gulan Media March 10, 2018 Nûçe
Li Diyarbekirê teqîn: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Li Diyarbekirê di kargehe ku hilberîna balonan dikir de tupê ji gaza helyumu tijî teqiya û kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya navendî ya Rezan di dikaneke nêzîkî Girtîgehê de nîvro teqîneke bi dengeke şîd çê bû. Camên gelek xanî û kargehên li nêzîkî cihê bûyerê bûn şkestin. Teqîn li gelek deverên bajêr hat bihîstin.

Li gorî ragihandina Rêveberê Ewlekariya Bajêr Tacetîn Aslan, destûra kargehê tune bûye ku wî karî bike. Derbarê bûyerê de lêpirsin didome.
Top