Li Bexda bijîşkek mesîhî û du kesên din ji malbata wî bi kêrê hatin kuştin!
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê bûyer derengê şeva 08.03.2018ê li navçeya Meştel a bajarê Bexdayê pêkhat.
Hat zanîn komek çekdaran avêtiya ser mala bijîşkek mesîhî û bijîşkê bi navê Dr. Hîşam Şefîk Meskon, hevjîna wî Dr. Şeza Malik Denoû dayîka wê Xeyriye Davud bi kêrê kuştine. herwaha hat zanîn kesên ku hatine kuştin mesîhî ne.
Ji ber hêzên Iraqê bi awayek aktîf çalak nînin û bi dehan grup û milîsên çekdar li ser şeqam û bajarên Iraqê belav bûne, berdewam kiryarên terorîstî, revandin û kuştina hemwelatiyan li bajarên Iraqê, bi taybet jî li Bexdayê pir pêktên.
Basnews
