• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parêzgarê Heşda Şeibî yê Kerkûkê li dijî Kurdan biryareke din derxist

Parêzgarê Heşda Şeibî yê Kerkûkê li dijî Kurdan biryareke din derxist
Hat ragihandin parêzgariya Kerkûkê biryar girtiye ku xaniyên welatiyên Kurd bi hinceta ku bêyî destûr hatine çêkirin, werin xerakirin.

Ew xanî yên kesên xizan û kesên ku sala 2003an vegeriyabûn Kerkûkê ne û parêzgarê Kerkûkê Rakan Said ku girêdayî Heşda Şeibî ye biryar daye van xaniyan hemûyan xera bikin.

Endamê Yekgirtûya Îslamî Ciwan Hesen ku di heman demê de endamê meclîsa bajar a Kerkûkê ye, ji BasNewsê re ragihand ku li ser vê biryara ku li dijî malên Kurdan hatiye derxsitin ew ketine nav tevgerê û wiha axivî: ‘Ez bi Rakan Said re li ser vê mijarê axivîm. Wî jî qebûl kir ku bi wekalet ew biryar girtine. Min ji wî re got, ‘Hûn dixwazin şer li Kerkûkê derxînin?, Hûn dixwazin malên welatiyan xerab biki? Eger armanca we taxên Pence Elî, Barûtxane û Feylek be, ew tax sala 2003an hatine çêkirin û hûn bi xerab kirina wan taxan dixwazin Kerkûkê bikin çol?’

Hesen diyar kir ku parêzgarê Heşda Şeibî jî îdîa kiriye ku ew biryar ne ji bo wan taxan e û armanca wan ew xaniyêndawîn yên li ser erdê dewletê hatine çêkirin ne.

16ê Cotmeha borî di encama îxaneta baskekî YNKê Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatin dagirkirin û piştre Heşda Şeibî kesê bi navê Rakan Said weke parêzgar destnîşan kir.

Basnews
Top