Li Qamişlo teqîn çê bû
Li gorî zanyariyên destpêkê, denqê teqînê li nêzîkî xwandingeha Ehmed Mirêwîd a li bazara Hetîn a taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê hatiye bihîstin.
Çavkaniyekê ji bajarê Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand, ku bombeyeke pêvekirî li nêzîkî xwandingeha Ehmed Mirêwîd bi wesayitekê ve teqiyaye.
Derbarê zirarên canî û madî yên teqînê de hêj ti agahiyên zelal nehatine ragihandin.
Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser piştî dengê teqînê gihîştine cihê bûyerê û hewla kontrolkirina rewşê didin.
Rudaw
