Endamê YNKê Aras Cengî zimandirêjî li hemberî Ala Kurdistanê kir
Heşda Şeibî çend roj berê nameyek ji nûnertiya YNKê ya li Kerkûkê şandibû û tê de gef li YNKê xwaribû ku ala Kurdistanê li Newroz û hilbijartinan bilind nekin û ew destûra nadin vê yekê.
Endamê YNKê Aras Cengî jî ku yek ji serkêşên îxaneta 16ê Cotmehê bû di derbarê vê yekê de ji ser hasabên xwe yên medya civakî wiha got, ‘Rast e ala Kurdistanê remzeke ji bo her Kurdekê. Wateya Newrozê jî bo me heye. Tîkaye ku rakirina alê û hin tevgerên din di nabera pêkhateyên Kerkûkê de nebin sedema fitnê.’
Cengî weke her sal ew nikarin ala Kurdistanê bilind bikin û got, ‘li xwe hakim bin û bi birayên me yên tirkmen û ereb re aramiya bajêr biparêzin.’
Piştî ku gelek bertek hatin nîşandan Aras Cengî îdîa kir ku ew hesab ne yê wî ye. Lêbelê çavdêrên siyasî û pisporên medya civakî radigihînin ku ew parvekirin nêrînên wan ên rastî ne û bi vî awayî li dijî Kurdistanê xebatên xwe berdewam dikin.
Di 16ê Cotmeha borî de di encama îxaneteke mezin de ku Aras Cengî jî yek ji wan bû Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê hatibûn dagirkirin.
Basnews
