• Friday, 27 February 2026
logo

Di baxçeyê dibistanekî de 751 gor hatin dîtin

Di baxçeyê dibistanekî de 751 gor hatin dîtin

Li Kanada, li tenişta dibistaneke Katolîkî ya ku berê ji bo bişaftina zarokên resen dihate bikaranîn, 751 gorên nû hatin dîtin. Xelkê Resen, ji Papa daxwaza lêborînê dikin.

Li Kanada, li derdora dibistanên bişaftina zarokên resen ên çermesorên Amerîkî, Inuît û Metîsan ku ji sedsala 19emîn û heta salên 1990î vekirî bûn bi sedan gorên bê nav hatin dîtin.

Ew dibistan ji aliyê misyonerên Katolîkî ve dihatin birêvebirin û bi zorê zêdetirî 150 hezar zarok li wan hatibûn tomarkirin, ji malbat, ziman û çanda wan hatibûn dûrxistin, mamosteyan destdirêjî li wan kiribûn.

Hikûmeta Kanada qebûl kiribû li wan dibistanan destdirêjî hatiye kirin û zarok ji ber axaftina bi zimanê dayikê hatine îşkencedan. Komîsyoneke lêkolînê, eşkere kiribû ku li wan dibistanan zêdetirî 4 hezar zarok hatine kuştin û bi destê dewletê komkujiya çandî li hemberî xelkê resen hatiye kirin.

Niha jî di encama lêkolînê de li derdora dibistana Marieval, 751 gorên bê nav hatine dîtin.

Serokê wê qebîleya resen dibêje, divê Papayê Vatîkanê ji ber van bûyeran daxwaza lêborînê bike.

 

Rudaw

Top