Sê birayên şervan pêkve "şehîd" bûn
HSD diyar kir, ku her yek ji "Mesûd Aso, Mihemed Aso û Rêzan Aso" hersê biran ne û xelkê gundê Carûn in yê ser bi bajarokê Bilbilê ve li devera Efrînê, ku niha ew bajarok bi temamî di destê artêşa Tirkiyê de ye, di şerê bergiriyê de ber wê navçeyê de roja 22/2/2018an "şehîd" bûn.
Navenda ragihandina HSD, di dema ragihandina navên 8 şervanên xwe de, ku di operasyona "Babilosoka Cezîrê" de canê xwe jidest dane, diyar kirk u di nav wan 8 şervanan de 3 şervan birayên hev in û xelkê gundewarê Efrînê ne".
Hêzên Sûrya Demokrat hêzeke piralî ye û şervanên Kurd, Ereb, Tirkuman û Kiristyan jî li xwe digire û hêza sereke ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêktê.
Bi sedema berdewamiya operasyona Tirkiyê li Efrînê, HSDê ragihand, ku ew nema li bendî helwesta civaka navdewletî dimîne û ewê hêzên xwe ji sengerên Dêra Zorê bikişîne û ji bo Efrînê bişîne.
Hersê Pêşmergeyên bira kurên dayke Ayşe, ku di şerê dijî DAIŞê de li mihwerê Zumar şehîd bûn
Bûyera "şehîdbûna" hersê şervanên HSD di yek demê de, ku bi destê artêşa Tirkiyê û ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve hatin kuştin, bi heman awayê şehîdbûna sê birayên Pêşmergeyên devera Soran ya Başûrê Kurdistanê bû, ku di roja 25/10/2014an de, ji encama şerê li dijî DAIŞê şehîd bûn.
Ew sê birayên Pêşmerge bi navên "Ehmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osman" bûn, kurên jineke aza û xweragir in bi navê Dayike Ayşe Taha Osman, ku hersê di yek demê de li mihwerê Zumar, di dema berevaniyê di ber axa Kurdistanê de, şehîd bûn.
Roja 23/1/2015an, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, naznavê (Dayika Şehîdan) bi dayke Ayşe, dayika hersê Pêşmergeyên şehîd bexşî.
