• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin

Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.03.2018 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îrsqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşek wê civînê de amade bû, behsa pêşhatên dawiyê yên prosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê, konferensa a ji nû ve avadankirina Îraqê li Kuwêtê û pilana avadankirinê û beşdarîkirina sektora taybet di wê pirosesê de hatin behis kirin.

Herwesa di civînê de, behsa wê yekê hat kirin ka çawa li warê êkonomî û avedankirinê zêdetir çalak hebin û ber bi pêş ve biçin û rê li pêşiya beşdarî kirina kompanî û sermayedarên biyanî li sektora îkonomî û avedankirinê Îraqê bihê vekirin.

Rewşa herêmî, Îraq û Kurdidtanê û qonaxa piştî DAÎŞê çend mijarên din yên civîna Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê li Îraqê bûn.

Top