Nirxê bermîlekî neftê 75 dolarê Amerîkî derbas kir
Piştî derketina vîrusa koronayê li cîhanê yekem care nirxê neftê ji 75 dolarê Amerîkî derbas kir.
Lê îro 24.06.2021ê nirxê bermîlekî nefta xaw geheşt 75 dolar û 50 sent an.
Piştî daxistina borsaya nefta cîhanî duh 23.06.2021ê nirxê bermîlekî nefta xaw geheştibû 76 dolar û 2 sent an.
Li gor zanyariyên çapemeniyê kêmbûna neftê li embarên mezin ên Amerîkayê û zêdebûna daxwaza li ser neftê, sedemê serekî yê bilindbûna nirxê neftê ye, derveyî wê jî vaksîn ango perpûna dijî vîrusa koronayê jî roleke erênî lîstiye.
Basnews
