Kurdistan ji berê bihêztir dibe û vedigere berî bûyerên 16ê Cotmehê
Sîrwan Barzanî tekez kir, ku di dema dahatî de, wê pêgeha Kurdan bi gellekî ji berê bihêztir bibe û rewşa Herêma Kurdistanê wê vegere ya berî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî.
Daxuyaniyên Sîrwan Barzanî di dema serdana wî de ji bo mezarê rêberê tevgera azadîxwaza Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî de hatin, ku îro li gel şandeke pile bilind ji fermandeyên serbazî yên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DIŞIê serdana mezargehê kirin.
