• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fransa daxwaz ji Tirkiyê dike êrîşa li ser Efrînê rawestîn e

Fransa daxwaz ji Tirkiyê dike êrîşa li ser Efrînê rawestîn e
Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian li pêşya Komîteya Karûbarên Derve ya Parlemantoyê ragihand, civaka navdewletî bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî kar li ser bicîhkirina biryara rawestandina şer li Xûteya Rojhilat ya di bin kontrola Opozisyona Sûriyê de dike, û ev yek nayê wateya piştguhxistina rewşa li Efrînê.

Wezîrê Derve yê Fransayê herweha got, daxwaza rawestandina şer ji bo hemû aliyan e. Ji bo tevayiya Sûriyê ye, û biryara agirbestê Efrînê jî li xwe digre.

Jean-Yves Le Drian amaje bi wê yekê jî kir, Fransa çendîn caran ev yek ji berpirsên Tirkiyê re gotiye. Herweha dilgiraniya Fransa ji encamdan a êrîşa li ser Kurdan li Efrînê gihandiye Enqerê û ji wan xwestiye êrîşê rawestîn e.

K24
Top