Fazil Mîranî pêşwazî li konsulusê Tirkiyê Hakan Karaçay kir
Li gorî malpera fermî ya PDKê, di wê hevdîtinê de Mîranî behsa pêwendiyên Bexda û Hewlêrê kir û ragihand, di mijara bûdce û firokexaneyan de Bexda neheqiyê li gelê Kurdistanê dike.
Konsulusê Tirkiyê Hakan Karaçay jî ragihand, Tirkiye dixwaze pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêkên aştiyane bên çareserkirin û wisa bibe ku ti aliyek mexdûr nebe.
