Wefîq Samerayî: Kurd û Amerîka kar li ser hilweşandina Heşdî Şeibî dikin!
Wefîq Samerayî ku dijminê herî çavtarî yê Herêma Kurdistanê û li hember serxwebûna kurdane îro 06.03.2018ê di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Derbarê hilweşandina Heşdî Şeibî de ji nû ve fişar xistine ser Bexdayê ku cudabûnê pêkbîne.’’ Û aşkera kir û bi zimanê çend çavkaniyek agahdar ve ragehandiye, Serok Barzanî li gel Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî ‘’mijûlê gotûbêjên veşartîne bo ku Heşdî Şeibî hilweşînin.’’
Li gor gotinên Samerayî, naha hewldan bo aram kirina rewşê ye, ku planên wan aşkera nebe, lê bal li ser çend xalan e.
Yek ji wan xalan, kar kirin û fişar ava kirina hilweşandina Heşdî Şeibî û kêmkirina hêza rêveberên wan ên li qadê ne û bi rêya kêmkirina alîkariyên darayî ku ji aliyê dewletê ve bo wan hêzan tê dabîn kirin. Herwaha têkelkirina wan li gel wezareta berevaniya Iraqê û çekên giran ji wan standin û rê li saziyên wan ên perwerdê girtin û îdare û îstixbarata Heşdî Şeibî ji holê rakirin e.
Xaleke din jî ku Wefîq Samerayî diyar kiriye, xwedê girawî Barzanî, Amerîka û welatên din bal kêşandine ser kar kirina rêgiriya li radest kirina deriyên sînor ji hikûmeta Iraqê re, ‘’Yan jî radest kirinek pêkbêt ku wekî derî dervey desthilata Bexdayê bimînin.’’
Herwaha aşkera kir, di çarçoveya bernameyê de, nirx û piştevaniya darayî û pirçek kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye.
basnews
