• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lêkolîn li ser pêdawîstiyên nexweşxaneya Hêwa dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lêkolîn li ser pêdawîstiyên nexweşxaneya Hêwa dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du pêwendiyên telefonî de bi Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî re, lêkolîn li ser arîşe û pêdawîstiyên nexweşxaneya Hêwa kir û ew raspardin da ku di zûtirîn dem de lêkolînan bikin û arîşeyên nexweşxaneyê çareser bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştevanîya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû pêdawîstîyên nexweşxaneya Hîwa û hemû nexweşxaneyên dermankirina nexweşiya penceşêrê dubare kir û tekez kir ku nabe ti kêmxemî di pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji nexweşên penceşêrê re bên kirin.

Top