Firokeyên Tirkiyê Efrîn bi tundî bombebaran kirin
Li gor medyayên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), şeva borî heta sibeha îro firokeyên şer ên Tirkiyê bi tundî deverên Raco, Bilbilê, Şera, Şiyê, Cindirês û Meydankê yên Efrînê bombebaran kirin.
Ji aliyê din ve jî, karwaneke leşkerî ya Tirkiyê bi mebesta piştgiriya yekîneyên li ser sînorê Sûriyê gihişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê û ji wir jî ber bi bereyên şer ên li herêma Efrînê bi rê ket.
Li gor medyaya Tirkiyê, karwana leşkerî ku ji 40 wesayîtan pêk dihat di çarçoveya operasyona ser Efrînê de şeva borî gihişte navenda bajarê Kilîsê û vê sibê jî ber bi Efrînê bi rê ket.
Ji roja 20ê Çileya borî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên girêdayî wê, operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” lê kiriye.
Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Mabata, Cindirês, Meydankê û Şêrava û navenda bajarê Efrînê pêk tê.
Rudaw
