Hikûmeta Herêmê dê helwesta xwe li dor pejirandina budceya Îraqê rabigehîne
Doktor Nurî Osman, serokê fermangeha hemahengî û lidûvçûnê li civata wezîran ji bo WAARê ragihand: Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê kombûna xwe ya asayî bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêmê pêkbîne û têda bas li hejmareka pirsan bike û helwestê xwe li dor pesendkirina budceya îsal ya Îraqê rabigehîne.
Got jî: Li gel budceyê dê sê babetên din di kombûnê da tên baskirin, ew jî yasaya çaksazîya xanenşînan, seredana serokwezîrê Herêmê ji bo Almanya û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê ne.
Waar,tv
