• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dadgehê biryara cezayê zindanîkirina Baydemir hilweşand

Dadgehê biryara cezayê zindanîkirina Baydemir hilweşand
Dadgeha Dîlokê biryara zindanîkirina Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir hilweşand.



Osman Baydemir ji aliyê Dadgeha Amedê ve bi hinceta ku di sala 2012an de dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû 'bêrêzî' li hember polîsên Tirkiyê kiriye, heta salek 5 meh û 15 rojan cezayê zindanîkirinê jê re hatibû dayîn.



Parêzerên Baydemir, Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi serî li Dadgeha Dîlokê dan û diyar kirin ku biryara zindanîkirinê, ne li gor yasa û rêkarên hiqûqê ye.



Dadgeha Dîlokê li ser serlêdanê lêkolîn kir û biryar da ku cezayê zindanîkirinê were hilweşandin û Osman Baydemir cardin were dadgehîkirin.

Rudaw
Top