Rewşa dawî ya Efrînê – Şer di roja xwe ya 42an de berdewam e
Ji aliyê xwe ve artêşa Tirkiyê ragihand ku 8 serbazên wan di şerê li dijî YPGê de li gundê Hec Bilêl li devereke çiyayî ya Efrînê jiyana xwe ji dest dane, lê YPG tekezî li ser wê yekê dike ku şervanan 20 serbazên Tirk ên hêzên taybet ji artêşa Tirkiyê re li gundê Hec Bilêl kuştine.
Li gundê Guwanda ya ser bi Recoyê, piştî şerekî giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê, li gor daxuyaniya YPGê şervanan otomobîleke bi doşka ya grûbên çekdar ji nav birine. Di heman demê de li gundê Elebîskê yê Recoyê şervanên YPGê panzêreke artêşa Tirkiyê têk birine. Piştre şerekî giran di navbera herdû aliyan de li gundê Masaka derketiye.
Li eniyê Şerayê jî şervanên YPGê panzêreke artêşa Tirkiyê li gundê Omera ji nav birin, di heman demê de li bajarokê Meydankê jineke Kurd a bi navê Hebîbe Mihemed di encama bordûmana firokeyên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî YPGê, piştî ku artêşa Tirkiyê nikarîbû li ser çeperê Cindrêsê pêşve biçe, bordûmana firokeyan û topbarana topxaneyan li ser navçeyê dijwartir kir, di encamê de ziyanên mezin li mal û milkên xelkê ket. Di heman demê de şervanên YPGê du operasyonên ji nişka ve li gundê Baflore li dijî artêşa Tirkiyê pêk anîn, di encamê de li gorî çavkaniyên YPGê 26 serbaz û çekdar hatine kuştin, li gundê Bilîlka jî 30 serbaz û çekdar hatine kuştin.
Di heman demê de li navçeya Mabataya Efrînê di encama bombebaran û topbarana bêserûber ji aliyê artêşa Tirkiyê ve gelek xanî wêran bûn.
Hevseroka Encûmena Tendirustiya Kantona Efrînê Ancêla Reşo dataya sivîlên ku di 41 rojên êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Li gor daxuyaniyê 207 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 602 sivîl birîndar bûne û ji wan welatiyên ku di encama bombebaran û topbaranan de canê xwe ji dest dane; 28 zarok û 23 jin in, herwiha 73 zarok û 82 jin jî birîndar bûne.
Rudaw
