Karayilan: Tirkiye bikeve Efrînê êdî jê dernakeve
Mûrat Karayilan derbarê rewşa Efrînê û geşedanên dawîn ên li herêmê ji radyoyeke nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir, ku Tirkiye 40 roj in êrîşê Efrînê dike lê serkeftî nebûye.
Berpirsê PKKê daxuyaniya berpirsên Tirkiyê yak u digotin, “350 hezar nîştecihên Efrînê hatine Tirkiyê û ew dê vegerin malên xwe” bi bîr xist û da xuyakirin, ku ji Efrînê 350 hezar kesan koç nekiriye Tirkiyê û wiha pêda çû:
"Eşkereye, ku dixwazin Kurdan ji Efrînê derbixin, Efrînê bê Kurd bikin û dewsa wan cîhdaîstan bicîh bikin. Ev plana tevkujiyê ye, ku berpirsên Tirkiyê eşkere dikin. Ji xwe hewl nadin vê plana xwe jî veşêrin.”
Karayilan behsa egera kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve kir û got: “Eger ew li wir bicîh bibin dê çi bibe? Eger wiha be ne ji Efrînê, ne ji İdlib û Babê dernakevin û herwiha dê bixwazin xwe bigihînin Helebê jî. Herweke Qibrisê dê bixwazin bi salan li wir bimînin. Ev yek jî dê Sûriyê perçe bibe. Nexwe Suriye çavê xwe ji vê re digre û Rûsya jî rê dide.”
Endamê Komîteya Birêveber a PKKê rexne li siyaseta Sûriye, Rûsya û Amerîkayê jî girt û wiha axivî:
“Rûsya û Amerîka dixwazin nakokiyên xwe bi ser Kurdan çareser bikin. Li ser gelê Kurd têdikoşin. Ev yek jî dihêle, ku neheqî û zilmeke mezin peyda bibe. Ev yek bê wîcdanî ye.”
Mûrat Karayilan balkişande ser daxuyaniya berpirsên Amerîkayê, ku dibêjin şerê Efrînê bala hêzan ji ser şerê li dijî DAIŞê dûr dixe û got: “Ev pênase ne bes e û xizmeta tekoşîna li dijî DAIŞê nake.”
Bi gotina Karayilan eger Sûriye û Rûsya jî siyaseta xwe ya li hember operasyona Tirkiyê berdewam bikin dê Kurdan ji dest bidin.
Karayilan diyar kir; “Sebra Kurdan jî heta cihekê ye. Divê hemû kes bizane, ku bijardeyên Kurdan jî hene. Eger yekparçebûna Sûriyê dixwazin, gelê Rojava ji bo vê tekoşîn kir û pêşiya vê metirsiyê girt. Wateyeke wê heye.”
Rudaw
