Romiyo Hekarî: Mesîhî bawer nakin hikûmeta Iraqê devera wan avedan bike
Siyasetmedarê mesîhî Romiyo Hekarî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine gund û deverên mesîhiyan yên li deşta Neynewa, ku di şerê DAIŞê de wêran bûne, bên avedankirin.
Romiyo Hekarî her wiha gotiye, lê wisa xuya dike hikûmeta Iraqê ew ji bîr kirine ji ber wê jî baweriya wan bi hikûmeta Iraqê nayê wê yekê bike.
Wî siyasetmedarê mesîhî aniye ziman ku piraniya mesîhiyan ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û gotiye, ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê xelk nikarin vegerin ser gund û warê xwe.
Basnews
