• Wednesday, 18 February 2026
logo

8 leşkerên Tirk li Efrînê hatin kuşin

8 leşkerên Tirk li Efrînê hatin kuşin
Artêşa Tirkiyê ragihand, di encama şer û pevçûnên duh ên li Efrînê de 8 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê piştrast kir, ku hêzên wan li Efrînê rûbirûyî şerekî sext dibin, duh ên li Efrînê de 8 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.

Serokatiya Erkana Artêşa Tirkiyê tekez kir, ew di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de berdewam dibin, ta armancên xwe bicih tînin.

Ev yek di demekê de ye, duh medyayên Tirkiyê belav kirin, Polîsên Operasyonên Taybet û Cendermeyên Operasyonên Taybet ku dema xwestin, li devera gundê Bilêlê operasyon bikin, ketin kemîna şervanên YPGê û 3 efserên Artêşa Tirk hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Berî hefteyekê hat ragihanddin, Artêşa Tirkiyê tîmên taybet ên Cendirme û polîs bi hevkariya ligel Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şandine navçeyên Efrînê.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja xwe 42emîn de berdewam e, îro jî artêşa Tirkiyê gundên navçeyên Cindirês, Şiyê, Mabeta û Şera topbaran dike, di êrîşa li ser gundê Kaxirê yê Mabeta de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

K24
Top