NY: Li Efrînê gelek sivîl tên kuştin
Lowcock diyar kir ku ew nikarin alîkariya mirovî bigêhîjinin sîvîlan û piştî biryara agirbestê jî ti tişt li Sûriyê neguherîye.
Lowcock got: Bo Gutaya Rojhilat konvoya me ya bi 45 maşîne amade ye. Em bo dermankirina birîndaran jî hazir in. Lê jiber ku destûr tune em nikarin di wê herêmê kevin.
Lowcock diyar kir ku ku piştî biryara agirbestê, li Sûriyê bombebaran, pevçûn û kuştin zêdetir bûne.
Karbidestê NY’ê da zanîn ku li herêmên dorpêçkirî kêşeya xwarin û vexwarinê zêdetir dibe û ger alîkariyê negihêje wan herêman ewê sîvîlên li wan deran ji birçîbûn û nexweşiyê bimirin.
Lowcock da zanîn ku li gor raporên tên ber destên wan jiber operasyona Tirkiyê ya Efrînê jî gelek sîvîl têne kuştin û birîndar dibin.
