• Wednesday, 18 February 2026
logo

Salih Mislim: Herêma Kurdistanê tişta dikeve ser milên wê bicî anî

Salih Mislim: Herêma Kurdistanê tişta dikeve ser milên wê bicî anî
Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim ragihand ku ew ji piştgirî û helwesta Herêma Kurdistanê gelek kêfxweş in û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê tişta dikeve ser milên wê bicî aniye.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê û ji berpirsên TEV-DEMê Salih Mislim ku li Praga Paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin û piştî 2 rojan ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan, di derbarê proseya girtina wî, êrişên li ser Efrînê û geşedanên din yên li herêmê ji K24ê re axivî.

Salih Mislim di derbarê proseya girtina wî de got, ‘Dadgehê ji min pirsî ku em kengî daxwaz bikin tu dê werî dadgehê, min jî got ‘erê’ û ev hatim berdam. Suçdariyên wan hemû bêbingeh bûn. Ez siyasetmedar im û li Ewropayê siyaseta xwe birêve dibim. Min ev ji dadgehê re gotin. Ji bo desteserkirina sedemek li holê tune ye. Ez bi awayekî fermî li Ewropayê me. MIT a Tirkiyê têkiliyên xwe yên qirêj xist dewrê. Lêbelê komploya Tirkiyê deşîfre bû.’

Mislim di derbarê têkiliyên li gel Amerîkayê jî ragihand: ‘Bi Amerîkayê re têkiliyên me hene, lê niha ne di asta fermî de ne. Hin nîşan hene ku gavên ji bo pêşdebirina têkiliyên werin avêtin.’

‘Herêma Kurdistanê erka xwe bicî anî’

Salih Mislim di derbarê êrişên li ser Efrînê de jî bang li civaka navdewletî kir ku van êrişan bidin sekinandin û wiha pê deçû: ‘Di vê mijarê em ji piştgiriya Herêma Kurdistanê gelek kêfxweş in. Gelê BBaşûrê Kurdistanê tişta ku dikeve ser milên wî bicî anî û tîne jî. Şanda parlamentoya kurdistanê derbasî Efrînê û piştevaniya xwe nîşan da. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Divê ev piştgirî zêdetir bibe.

Basnews
Top