Balyozê Brîtanya: Mîlîşya ne di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de ne
Balyozê Brîtanya li Iraqê radigihîne, ti bihaneyek ji bo êrîşkirina li ser karwanên hêzên Hevpeymaniya Niştimanî li Iraqê nîne û mîlîşya jî ne di bin kontrola hikûmetê de ne.
Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey di hevpeyvîneke telefizyonî de ragihand, rewşa ewlehiyê li Iraqê gelekî aloz e, heta grûpên deryasayî li wî welatî hebin, aramî çênabe.
Stephen Hickey got jî, ti bihaneyek ji bo êrîşkirina li ser karwanên hêzên Hevpeymaniya Niştimanî li Iraqê nîne û mîlîşya jî ne di bin kontrola hikûmetê de ne.
Destnîşan kir jî, derbarê dahatûya hêzên hevpeymanan de, danûstandin di navbera Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka de hene.
Balyozê Brîtanya li Iraqê derbarê Îranê de jî got, divê Îran piştevaniya sazî û dezgehên Iraqê bike, ne mîlîşyayan.
