• Wednesday, 18 February 2026
logo

KCK ji çekdarên Kurd yên bi ser Hikûmeta Tirkiyê ve dixwaze ku şerê Efrînê nekin

KCK ji çekdarên Kurd yên bi ser Hikûmeta Tirkiyê ve dixwaze ku şerê Efrînê nekin
Hevserokatiya Konseya rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew daxwazê li gundparêzan dikin, ku li Efrînê alîkariya Artêşa Tirkiyê nekin.

KCK di daxuyaniya xwe de dibêje: Divê pasawanên gundan neçin operasyona Efrînê û nebin hevkarê tawana dewleta Tirkiyeyê.

KCK îro di derbarê operasyona Efrînê de ew daxûyanî belav kir û da zanîn ku artêşa Tirkiyê dixwaze paswanên gundan li hemberî Kurdan bikar bîne. Herwiha Tirkiye dixwaze Efrînê bê Kurd bike û radestî komên çekdar ên nêzîkê xwe bike.

Ji bo rêgirtin li ber wê yekê jî, KCK dibêje, divê paswanên gundan vê qebûl nekin û beşdarî operasyona Efrînê nebin. KCK herwiha gef li paswanên gundan kir û got heger paswanên gundan dijî Efrînê şer bikin, ew ji aliyê PKKê ve nayên efûkirin.

K24
Top