• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezareta Petrola lraqê: Kompanya Rosneft dikare li Kerkûkê kar bike

Wezareta Petrola lraqê: Kompanya Rosneft dikare li Kerkûkê kar bike
Wezareta Petrolê ya lraqê ragihand ku “em rê li kompanya Rosneft ya Rûsyayê nagirin eger ku bixwazin di bîrên petrola Kerkûkê de kar bikin.

Di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya lraqê de hatiye gotin ku wezîrê petrola lraqê Cebar Lueybî li gel rêveberê herêmî ya kompaniya Rosneftê Derir Kasimro civînek li dar xistiye.
Cebar Lueybî di civînê de tîne ziman ku eger Rosneft bixwaze di bîrên Kerkûkê de xebatan bike, rê li wan vekiriye. Herwiha dergehên petrol yên her derê Iraqê ji wan re vekiriye.Lueybî destnîşan kiriye ku deriyê wan jib o projeyên navenda zelalkirina petrol û xaza xwezayî ji hemû şerîketên dinyayê re vekiriye. Herwiha Cebar Lueybî destnişan kiriye ku ji petrol ku dixwazin bişînin Ceyhana Tirkiye, dixwazin bi herêma Kurdstanê re bi hev bikin.

Waar.tv
Top