Perlemanterekî Kurd: Me fişarên xwe li ser Ebadî zêde kirine
Bextyar Şawês, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re got: "Firakisyonên Kurdistanî li nav û derveyî Iraqê, gellek fişar li Ebadî kirine, daku lêvegerekê ji pişka Herêma Kurdistanê re ya budceya Iraqê bike".
Şawesy zelal kir, ku firakisyonên Kurdistanî, li bendî civîna hersê serokatiyên Iraqî ne, daku lêvegerekê ji budceya sala 2018an ya Iraqê re bikin.
Navhatî diyar kir, ku îro firakisyonên Kurdistanî rûniştina Perleman baykot kirin û rêjeya yasayî temam nebû, lerwa civîna Perleman ji bo sibe hat paşxistin.
K24
