• Wednesday, 18 February 2026
logo

Salih Mûslim hate berdan

Gulan Media February 27, 2018 Nûçe
Salih Mûslim hate berdan
Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim, ji aliyê dadgeha Pragê ve hate berdan.

Salih Mûslim roja yekşemê li Pragê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.

Biryar bû duh Mûslim derbikeve pêşiya dadger lê rûniştina wî hatibû paşxistin.

Tirkiye derbarê Salih Mûslim de bûltena sor derxistiye û ji bo radestkirina wî jî dosye şandibûne Çekyayê.

Duh hatibû îdîakirin, ku Çekya li hember radestkirina Salih Mûslim daxwaza 2 hemwelatiyên xwe yên endamên YPGê dike, ku li Tirkiyê hatine girtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul ragihand, ku ji bo radestkirina hevserokê berê yê PYDê Salih Mûslim di navbera wan û Çekyayê de mijareke weke berdêlkirinê nîne.

Rudaw
Top