Berpirsek berê yê Gorran: Aram Şêx Mihemed mûçeyê min û 34 zîrevanan werdigre!
Berpirsê berê yê Tevgera Gorran Bextiyar Sidîq ku heman demê de navê di lîsteya zîrevanên Aram Şêx Mihemed de hebûye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema ku Aram Şêx Mihemed bû parlamenterê Iraqê em 35 kes bûn li gel me axift, ku me bike zîrevanên xwe, ji bo wê jî li fermangeha Dadnivîsî (Noter) form tejî kir û hemû rêyên yasayî bikaranî, piştre jî navên me birin bo Bexdayê û li ser tezkere û navê me wek zîrevan yek milyon dînar mûçe werdigrê, lê 300 hezar dînar dide me, 700 hezar dînar jî her meh bo xwe radike.’’
Herwaha got, bê ku ez li ser kar bim her meh min 300 hezar dînar pare wergirt û got: ‘’Aram Şêx Mihemed nikare vê yekê înkar bike. Eger bêje neraste, ez amademe li dadgehê yan jî di bernameyek televîzyonî de hemû belgeyan aşkera bikim ku xelk bizane Gorran çiqas karên wê yên waha sexte hene.’’
Rudaw
