• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encumena tenduristiya Efrînê: Nêzîkî 200 sivîl li Efrînê hatine kuştin

Gulan Media February 27, 2018 Nûçe
Encumena tenduristiya Efrînê: Nêzîkî 200 sivîl li Efrînê hatine kuştin
Encumena tenduristiya Efrînê ragihand, heta niha ji ber êrişên artêşa Tirkiyê nêzîkî 200 sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Serokê encumena tenduristiya Efrînê, Ancêla Reşo ragihand, heta duhî 192 kes di encama êrişên artêşa Tirkiyê de hatine kuştin û 574 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de 79 jin û 69 zarok jî hene.

Ancêla Reşo da zanîn, cenazeyên hinek kesan di bin kavilan de mane lê ew hewl didin wan cenazeyan bibînin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20 Çileya îsal ve bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike.



Basnews
Top