Tirkiyê bersiv da Amerîkayê: Ji bo Efrînê hevdîtin nînin
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy got: “Wezareta Berevanî ya Amerîkayê duh ragihandibû, ku ji bo kêmkirina gengeşiya li Efrînê di navbera Amerîka û Tirkiyê de hevdîtinên diplomatic tên kirin. Lê ev yek ne rast e.”
Aksoy diyar kir: “Di navbera her du aliyan de ji Efrînê ti danûstandinek nîne.”
Berdevkê Pentagonê Adrian Galloway duh ragihandibû, ku ew li gel Tirkiyê li ser mijara Efrînê danûstandinan dikin.
Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di dema serdana xwe ya Tirkiyê de gotibû, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê di navbera herdu aliyan de dê mekanîzmayek were avakirin û dê giringiyê jî bidin mijara Minbicê.
Rudaw
