• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêş têrê nake vêca vê xelkê bişîne

Gulan Media February 27, 2018 Nûçe
Artêş têrê nake vêca vê xelkê bişîne
Erdogan Ferman daye xelkê Tirkiyeyê bo Efrînê amade be.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoganê ku ev 38 roje artêşa vî yaku duyemîn artêşa nava NATOYê ye û çekdarên cîhadî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrî kirin li hember şervanên YPGê li Efrînê nikarîne gavek bavêjin, ferman bi xelkê Tirkiyeyê daye daku bo çûna Efrînê amade be.

Erdogan ku serferberiya giştî ragihandiye û hikûmet û saziyên têkildar, xelkê Tirkiyeyê agehdar kirine, biryar daye ku netenê xelk belku tirimbîlên xelkê jî bo şerê Efrînê bixe xizmeta artêşê.

Li gor biryara Erdogan her kesek ku beşdariya vê seferberiyê neke anjî tirimbîla xwe nede artêşa Tirkiye û cîhadiyan vê du salan were zîndanîkirin.

Top