Şandeke CHPê serdana 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dike
Şandeke Partiya Gel a Komarî (CHP) serdana Bakurê Kurdistanê kir û biryar e di dema 5 rojan de serdan 5 parêzgehan bikin. Şanda serdana Bakurê Kurdistanê kiriye ji endamên “Dîska Aborî û Kasibkarên CHPê” pêk hatiye.
Li gor planê şanda CHPê serdana parêzgahên Sêrt, Bedlîs, Mûş, Çewlîk û Amedê dikin û çend hevdîtinan pêk tînin. Ew civîn û hevdîtin heta 12ê Hezîranê berdewam dibin. Li gor daxuyaniya CHPê, şanda bi serokatiya Cîgirê Serok û Berdevkê CHPê Faik Oztrak çend hevdîtinan bi navê “Şopandina Mijarên Aborî” saz dike.
Herwiha Cîgirê din ê Serokê CHPê Welî Nacî Agbal serkirdayetiya çend hevdîtinên taybet bi kasibkar û esnafan dike. Biryar e piştî wan hevdîtin û civînan CHP pêşniyareke taybet bi aborî û esnafan pêşkêş bike. Hejmarek parlamenter û berpirsên CHPê beşdarî wan hevdîtinan dibin û têbiniyên xwe bo raporta serekî ya partiya xwe tomar dikin.
Li gor axaftina berpirsên CHPê, ew şand serdana odeyên bazirganî û pîşesazî yên wan pênc parêzgehên Bakurê Kurdistanê dikin. Herwiha serdana çend rêxistin, komele, sendîka, rî spî, kargeh û esnafan dikin û pirsgirêk û mijarên di rojevê de dinirxînin.
Rudaw
