YE: Me ji Tirkiyê, Rûsya û Îranê xwestiye ku şerê Efrînê rawestînin
Federica Mogherini di kongirekî rojnemevanî de got: Em beramberî hemû operasyonên li Sûryê dilgran in û me ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê xwestiye ku şerê Efrînê rawestînin.
Mogherini got jî: Sûrya di rewşeke xirab de ye û divê civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî helwesteke ciddî bidin xuyakirin, û divê biryara agirbestê bê bicîkirin, ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkên ku ziyan li wan bûne.
Operasyona (Şaxê Zeytonê) ya artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, di 20ê meha derbasbûyî de destpê kir û tevî ragihandina agirbestê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve, lê heya niha ew operasyon berdewam e.
K24
