• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesûr Barzanî: Xewna serxwebûna Kurdistanê ti carê bi dawî nabe

Gulan Media February 26, 2018 Nûçe
Mesûr Barzanî: Xewna serxwebûna Kurdistanê ti carê bi dawî nabe
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel malpera Almonîtor ya Amerîkî ragihand, ku ti carî xewna serxebûna Kurdistanê namire û got: Proseya referandumê giring bû, daku hemû civaka navdewletî û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê hez û viyana gelê Kurdistanê ji bo serxebûnê bibînin.

Mesrûr Bazranî ragihand ku ew gava Kurdan avêt, ne tawan bû, ew tenê eşkere kirina xwesteka gelê me bû û rawestana civaka navdewletî li dijî wê xwestekê, beruvajî hemû bingeh û pirensîpên Netewên Yekgirtî bû.

Di berdewamiya axiftna xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ku wan berî referandumê, bi gelek welatan re ew yek behs kirin û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîs û serxwebûna Kurdistanê neda xuyakirin.

Di roja 25ê Îlona sala derbasbûyî de, li seranserî Herêma Kurdistanê û Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî, referanduma serxwebûnê hat encamdan û 93% ji beşdarbûyan, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

Top