Tirkiyê hêzeke ‘Kurd’ şande şerê YPGê
Li gorî nûçeyên ajansên Tirkiyê ew hêza bi navê “Bazên Kurd”, ser bi Lîwaya Hemze ya Artêşa Azad in û ji aliyê Hêzên Taybet ên Tirkiyê ve hatine pewerdekirin.
Hate gotin, ku hejmara vê hêzê 600 çekdar in û 400 ji wan Kurd, 200 jî Ereb in, bi tevê hezar û 100 komandoyên Tirkiyê, ji bo şerê kolan bi kolan dê derbasî Efrînê bibin.
Beriya veguhestina vê yekîneyê, fermandarê hêzê Ebdullah Kulî ji medya Tirkiyê re got, ku ew Kurdên Ezazê ne û dixwazin xwe bigihînin Efrînê.
Ji 20ê Çileya 2018ê ve Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê dest bi êrîşên xwe yên ser Efrînê kirine û heta niha jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl hatine kuştin û bi hezaran kes jî derbider û koçber bûne.
Rudaw
