• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê pêşwazî li biryara NY derbarê agirbesta li Sûriyê kir

Gulan Media February 25, 2018 Nûçe
Tirkiyê pêşwazî li biryara NY derbarê agirbesta li Sûriyê kir
Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê ragehand ku, welatê wî pêwaziyê li biryara encûmena asayîşa neteweyên yekbûyî ya hejamra 2401 derbarê agirbesta li Sûriyê bo demê 30 rojan dike.

Li gor kenala Skynewsê berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê ragehand ku, welatê wî pêşwaziyê li biryara encûmena asayîşa navnetewî dike.

Encûmena asayîşa navnetewî bi piraniya dengan pêşniyara agirbestê li Sûriyê bo dema mehekê pesend kir. Encûmena asayîşa navnetewî daxwaz kir ku, biryara agirbestê bi zûtirîn dem were cîbecîkirin û hemû aliyên şer pêbendbin.

Basnews
Top