• Wednesday, 18 February 2026
logo

Êzdiyên Efrînê ji komkujiyeke nû bitirs in

Gulan Media February 25, 2018 Nûçe
Êzdiyên Efrînê ji komkujiyeke nû bitirs in
Bi berdewamiya êrîşa artêşa Tirkiyê û çedarên opozîsyona Sûriyê li ser herêma Efrînê, Êzidiyên Efrînê di wê metirsiyê de ne ku rastî komkujiyan bên.

Hevserokê Yekîtiya Êzdiyan li Efrînê Pîr Şemo ji Kurdistanê ji K24ê re got: “Metirsiya me ne tenê li ser mezar û perestgehan e, lê metirsiya me ya talana vî miletê me yê Êzdî ye. Berê bav û kalên me gotine, ku dîroka me bi xwînê hatiye nivîsandin. Zêdetir ji 2 milyon miletê me yê Êzdî bi destê Tikan û Osmaniyan hatiye kuştin.”

Herwiha berdewam kir: “Îro em ketine sedsala 21an, me got qey talana gelan nema. Îro bi berdewamiya şerê li dijî Efrînê ku kes nabêje ku bisekine li gundên sivîl dide.”

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ji 20ê meha bûrî ve, çiyayê Qestelê û gundên Qestelê û Baflûnê yên Êzdiyan bi giranî dihatin bombebarankirin.

Kurdên Êzdî li zêdetir ji 25 gundên Efrînê belav dibin û li gorî ew didin zanîn ku metirsî careke din heye, li ser destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê rastî komkujian bên.

Waar.tv
Top