• Friday, 27 February 2026
logo

Parlementerekî Kurdistanê: Referandom destkefteka dîrokî ye di dîroka xebata gelê kurd de

Parlementerekî Kurdistanê: Referandom destkefteka dîrokî ye di dîroka xebata gelê kurd de

Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, referandoma serxwebûna Kurdistanê belgeyeka netewî ye û eger ev derfet ji dest çûba êdî zehmet bû referandomek wisa were kirin.

Îro 7 Hezîranê ye û 4 sal bi ser biryara dîrokî ya referandomê re deras dibe ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û partiyên siyasî ve hat dayîn.

Bi vê helkeftê, parlementerê Kurdistanê Weysî Seîd Weysî ji BasNewsê re got, roja 7 Hezîrana 2017 aliyên siyasî bi yekdeng biryara referandomê dan da ku gelê Kurdistanê bi rengekî aştiyane îradeya xwe nîşanî cîhanê bide. Referandom destkeftek dîrokî ye di dîroka xebata gelê me de ku Serok Barzanî û çend aliyên din di serkeftina wê de xwedan rol bûn.

Weysî Seîd Weysî her wiha got, cihê şanaziyê ye ku hemû aliyên siyasî di biryara referandomê de beşdar bûn. Referandom bûye belgeyeka netewî û tapoya reş ya Osmanî. Eger ev derfet ji destê me çûba pir zehmet bû carekî din referandomeka wiha were kirin. Referandom, ku 3 milyon kesan deng danê, dê her dem zindî bimîne û heta dema wê tê.

Wî parlementerê Kurdistanê da zanîn jî, di paşerojê de dê li ser xîmê referandoma roja 25 Îlona 2017 dewleta serbixwe ya Kurdistanê were avakirin.

 

 

Basnews

Top