• Saturday, 31 January 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Di operasyona hevbeş de gelek baregehên DAIŞ'ê hatin rûxandin

Wezareta Pêşmerge: Di operasyona hevbeş de gelek baregehên DAIŞ'ê hatin rûxandin

Derbarê encamdana operasyone hevbeş a hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê ya bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Wezareta Pêşmerge ragihand, di operasyonê de hejmarek ji baregehên DAIŞê hatin wêrankirin û 3 otomobîl jî hatin şewtandin.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmergeyan ragihand, “Roja 6/6/2021 operasyoneke hevbeş a hêza Pêşmerge û hêzeke artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên Hevpeymanan li gundê Pelkane û Qurîçayî li sînorê di navbera qezaya Kifrî û Xurmatê hate kirin.”

Diyar kir jî, di operasyona hevbeş de, 3 otomobîlên teroristan hatin şewitandin û çendîn baregehên teroristan hatin wêrankirin.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, armanc ji wê operasyonê, dûrxistin û jinavbirina teroristan e.

 

Rudaw

Top