• Wednesday, 18 February 2026
logo

CHP: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê Kurd xapand

Gulan Media February 25, 2018 Nûçe
CHP: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê Kurd xapand
Endamê Meclîsa CHPê Yildirim Kaya di panela navborî de axivî û bal kişand ser ku pirsa kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe û got, ‘AK Partiyê gelê kurd bi pêvajoya aştiyê xapand.’

Endamê Meclîsa CHPê Kaya pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê deshilatdariya AK Partiyê ve hatibû destpêkirin bi bîr xist û got, “Hevdîtin li pişt deriyên girtî kirin. Şandeyên heyetên aqilmendan avakirin. Lê qet behsa çawaniya çareserkirina kêşeyê nekirin.”

Kaya axaftina xwe wiha dewam kir: “Li demeke ku tevahiya Tirkiyeyê li benda hatina rojên aştiyê bû, şaredar û parlamentarên hilbijartî xistin girtîgehan. Hat fahmkirin ku ti niyet û planeke AKPê ya aştiyê nîne. FETOyê AKP xapand, AKPê jî gelê kurd xapand.”

Waar.tv
Top