Amerîka: Piştgiriya me ya ji bo pêşmergeyan dê berdewam bike
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon diyar kir ku ew bi rizamendiya Iraqê piştgiriya xwe ya darayî û perwerdehiyê ya ji bo Hêzên Pêşmerge didomîne.
Pahon destnîşan kir ku tenê asta piştgiriyê ya sala bê li gorî îsal ji 360 mîlyon dolaran daketiye 290 mîlyon dolaran û ji bo sedema vê kêmbûnê jî got, ji ber ku piraniya operasyonên leşkerî yên li dijî DIŞIê bi dawî bûne.
Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan hatibû îdiakirin ku Pentagon dê pitşgiriya xwe ya ji Hêzên Pêşmerge bi bi dawî bike.
