• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Ebadî: pişika budca Herêmê nahê zêde kirin

Gulan Media February 24, 2018 Nûçe
‘Ebadî: pişika budca Herêmê nahê zêde kirin
Serokwezîrê Îraqê ragihand; Kurd bizavê diken bi rêketineke veşartî pişike budca Herêma Kurdistanê zêdebiken, lê ew qebûl naken û pişika Herêmê nahê zêdekirin.
Heyder ‘Ebadî serokwezîrê Îraqê seredana parêzgeha Besra kir û di gotarekê da li civata wê parêzgehê, rexne li civata Nûnerên Îraqê girtin û ragihand; Budceya giştî ji bo parlemanteran xem nîne û giringîyê bi wî babetî naden û hêbetîya xwe ji sistîya parlemanteran nîşanda û got: Pesendkirina budcê karê serekî yê parlemantoy ye û nabe weha gîrobibe.
Got jî: Niha bizavek heye ku bi rêketineke veşartî pişike budca Herêma Kurdistanê bê zêdekirin, lê ew qebûl naken û pişika Herêmê zêde nabe û projebudce bi yeksanî hatîye berhevkirin.

Waar.tv
Top