• Wednesday, 18 February 2026
logo

KERKÛK – Rê ji hatina DAIŞê re tê xweşkirin!

Gulan Media February 24, 2018 Nûçe
KERKÛK – Rê ji hatina DAIŞê re tê xweşkirin!
Artêş, Heşda Şabî û polîsên federal ên Iraqê çar roj e ji başûr û rojavayê Kerkûkê û sînorê Daquq vekişiyane. Ew hêzên li wî sînorî hatibûn bicîhkirin dibêjin ku ew hêz tenê cihê xwe diguherînin, lê vekişîna wan metirsî xistiye ser Kerkûk û Daquqê, ji ber navçeyên herî nêzîk ên Hemrîn in ku niha di jêr kontrola DAIŞê de ye.



Çekdarên DAIŞê di hundirê sê salan de b I dehan car ji wan sînoran êrîşî Hêzên Pêşmerge kirine, lê nikarîne kontrol bikin. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û paşdevekişîna Hêzên Pêşmerge, Heşda Şabî û hêzên Iraqî çûn wan çeperan.



Lê çar roj e artêş, Heşda Şabî û polîsên federal ên Iraqê ji başûr û rojavayê Kerkûkê û sînorê Daquqê vedikişin. Ew bi xwe îdîa dikin ku tenê cihê hêzên xwe diguherin bi taybetî li sînorê Dquq, ku navçeya herî nêzîk a Hemrîn e û ewder jî pêgehê serekî yê DAIŞê ye.



Bi vê pêngava hêzên Iraqî metirsî li ser bajarokê Daquq û parêzgeha Kerkûkê çêbûye û karasaniyeke baş hatiye kirin daku her hêzek bixwaze biçe wan navçeyan, ji ber ji xeynî gundnişînan ti hêzeke berevaniyê li wan nîne.



Gund bêdeng in û niştecihên wan jî nîgeran û aciz in. Naxwazin derkevin pêş kamereyan, ji ber nizanin di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de çi li çarenivîsa wan tê.



Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku di warê pêgeha cemawerî de li Kerkûkê serdest e, dibêje ku ti desthilateke wê ya leşkerî li Kerkûkê nemaye û metirsiya mezin jî bi rê ve ye.



Di vê derbarê de Endamê Encûmena Navendî ya YNKê Hemesûr Duşiwanî, hejmara çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê eşkere kir û ji Rûdawê re got: “DAIŞê ji sedî 40ê Kerkûkê kontrol kiriye, lê hêzên Iraqî rastiyan nabêjin.”



Niha metirsî li sînorê Kerkûk û Daquqê ye. Xelkên Kerkûkê ji rewşê nîgeran in û dibêjin ku eger Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê venegerin, wê demê ligel hêzên Iraqî û Heşda Şabî şerê ti grub û aliyekî nakin.

Rudaw
Top